Meşa azadiyê’ a ji bo misogerkirina azadiya Rêber Apo dest pê kir

Li Bakûrê Kurdistanê ‘Meşa Azadiyê’ a bi armanca rakirina tecrîdê li dijî Rêber dest pê kir.
Ji gelek bajaran gel berê xwe dan li cihên wekî baskê meşê hatine diyar kirin.
Gel wê sibê bi girseyî berê xwe bidin navçeya Gemlîkê a Bursayê û wê ji bo mîsogeriya Azadiya fîzîkî a Rêber Apo bimeşin.

”Meşa Azadiyê’ a ji bo rakirina tecrîdê li dijî Rêber Apo îro li Bakurê Kurdistanê destpêkir.

Ji bajarên cuda gel ji bo ber bi navçeya Gemlîkê ya Bûrsayê ve biçin berê xwe dan li cihên wekî baskê meşê hatine diyar kirin.

Xelkê Botanê bi rengekî bi coş ber bi baskê meşê yê Amedê ve bi rê ketin

Welatiyên ji Şirnexê û navçeyan di seatên sibehê de li navçeya Cizîrê hatin ba hev.

Beriya ku meşvan bikevin rê, Parlamenterê HEDEP’ê yê bajêr Mehmet Zekî Îrmez daxuyanî da.

Zekî Îrmez diyar kir ku her çendî astengî hebin jî ew ê nesekinin û got:

Weke Botanê em ê ber bi Girava Îmraliyê ve bimeşin.

Meşa me wê li Amedê dest pê bike.

Parlementer Îrmez daxwaz kir ku ji bo di demek zûtirin de ev tecrîd bê rakirin beşdarî meşê bibin.

Paşê xelkê Botanê bi rengekî bi coş ber bi baskê meşê yê li Amedê ve bi rê ketin.

Ji Riha, Êlih, û Sêrtê jî gel ji bo tev li meşê bibin berê xwe dan Amedê

Ji bajarên Riha, Êlih, û Sêrtî jî welatî ji bo tev li Meşa Azadiyê bibin li hev civiyan.

Êlihiyan di dema bendawariya haziriyên meşê de stran gotin û govend gerandin.

Li Sêrtê jî wesayîtên welatiyên ji bo Meş ketin rê, di derketina bajêr de hatin astengkirin.

Welatiyên nêzî 2 saetan li ser rê hatin astengkirin, piştî destûrê dîsa ketin rê.

Her wiha ji Edene, Dîlokê, Hatay û Osmaniyê jî gel berê xwe dan baskê meşê yê Çûkûrovaya Mêrsînê.

Welatiyên derketin rê wê li Parka Ozgur Çocuk a Mêrsinê daxuyaniyê bidin û paşê bere xwe bidin navçeya Gemlîkê a Bursayê.

Back to top button