18’ê Mijdarê gelê Bakurê Kurdistanê wê ji bo azadiya Rêber Apo bimeşe

Di 18’ê Mijdarê de Kurdistaniyên li Bakur û dostên xwe wê ji bo azadiya Rêber Apo ‘Meşa Azadiyê’ lidarbixin.
Xwişk û birayê Rêber Apo, Mihemed û Fatma Ocalan bal kişandin ser girîngiya meşê û gotin: Divê hemû kes tev li vê meşe bibin da ku em bikaribin tecrîdê rakin p agahiyekê bigrin.
Her wiha gelek partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl ên li Stenbolê jî ji bo Meşa Azadiyê bang kirin.

Ji bo bi rakirina tecrîda li ser Rêber Apo li Kurdistan û dervayî welêt cur bi cur çalakî tên lidarxistin.

Li Bakur çalakiya ku 18’ê Mijdarê wê ber bi navçeya Gemlîk a Bûrsayê ve “Meşa Azadiyê” bê lidarxistin yek ji wan e.

Xwişk û birayê Rêber Apo banga beşdariya ‘meşa azadiyê’ kir

Xwişk û birayê Rêber Apo, Mehmet û Fatma Ocalan bal kişandin ser girîngiya meşê û banga beşdariyê kirin.

Mihemed Ocalan: Ji ber rewşa tenduristiya Rêber Apo bi fikar in

Mihemed Ocalan di serî de bi lêv kir ku ew ji ber rewşa tenduristiya Rêber Apo bi fikar in.

Mihemed Ocalan: Ji bo bidawîkirina tecrîdê divê Kurd bi bertekên xurt rabin

Mihemed destnîşan kir ku ji bo bidawîkirina tecrîdê divê kurd bi bertekên xurt rabin û wiha got:

“50 sal berê ji ber ku kurd tune hatibûn hesibandin kurdan xwe weke kurd pênase nedikirin.

Lê bi saya têkoşîna Serok û tevgera kurd, kurdên li ber tunebûnê carek din xist tevgerê.

Divê kurd ji vê yekê re rêzê bigrin û li dijî vê tecrîdê bertekên xwe nîşan bide.

“Heke rêy Îmraliyê venebe tu pirsgirêk çareser nabin”

Bi domdarî Mihemed Ocalan anî ziman heke rêya Îmraliyê venebe li Tirkiyê tu pirsgirêk çareser nabin û got:

Pirsgirêka herî mezin a li vê herêmê pirsgrêka kurd ê û mifteya çareseriyê jî di destê Serok de ye.

Di dawiyê de Mihemed Ocalan bal kişand ser çalakiya “Meşa Azadiyê” ya ber bi Gemlîkê ve.

Fatma Ocalan: Tev li vê meşe bibin da ku em bikaribin agahiyekê bigrin

Fatma Ocalan diyar kir ku ew ji tecrîdê re dibêjin êdî bes e û got:

Divê hemû kes tev li vê meşe bibin da ku em bikaribin tecrîdê rakin û agahiyekê bigrin.

Stenbol-Partiyên siyasî û rêxistinên civakî ji bo ‘meşa azadiyê’ bang kirin

Her wiha Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl ên li Stenbolê jî ji bo Meşa Azadiyê bang kirin.

Têkildarî mijarê partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl ê li avahiya HEDEP’ê ya bajar daxuyanî dan û gotin:

“Ji bo pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk bê çareserkirin, em li gel azadiya birêz Ocalan in.

Lewma em ê di 19’ê mijdarê de ber bi Gemlîkê ve bimeşin, em ber bi azadiyê ve dimeşin.”

Back to top button