Li navçeyên Stenbolê ji bo meşa Gemlîkê civînên gel

Li dijî tecrîda li ser Rêber Apo wê di 18’ê Mijdarê li Gemlîkê meşek bê lidarixtsin.
Ji bo beşdariya meşê jî gelek bang tên kirin.
Li navçeyên Stenbolê ji bo vê civîn hatin lidarixtsin.
Di civînan de ji bo şikandina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û azadiya wî ya fizîkî îşaret bi têkoşînê hat kirin.

Bakurê Kurdistanê ji bo li hember tecrîda li dijî Rêber Apo derkeve, xwe amade dike.

18’ê mijdarê dê meşeke girseyî li Gemilîkê were lidarxistin.

Lewra, Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) li li gelek navçeyên Stenbolê civînên gel bi rêxstin kirin.

Di civînên ku pankarta “Azadî ji bo Ocalan, çareseriyeke demokratîk ji bo meseleya kurd” hatibû daliqanmdin, daxwaza beşdariya meşê hat kirin.

Parêzer Raziye Ozturk di civînê de got ku “Rêber Apo bi felsefeya xwe komploya navdewletî pûç kiriye”

Her wekî li navçeya Kartalê jî welatiyan diyar kir ku bi keda Rêber Apo, dengê xwe gihandiye tevahiya cîhanê.

Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Cengîz Yurkelî îşaret bi rista gelê Kurd kir û piştrast kir ku yên vê tecrîdê bişkînin kurd in.

Hevserokê HEDEP Tûncer Bakirhan: Divê hemû sazî di warê tecrîdê de hesas bin

Ji bo heman miajrê, Hevserokê HEDEP Tûncer Bakirhan û şandeya pê re piştî serdanên xwe yên li Sêrta Amedê bi nûnerên rêxistinên civaka sivîl û pêkhateyên Platforma Parastina Bajêr re civiya.

Tûncer Bakirhan: Eger tecrîd bidome dê bê edalet bidome

Wî di civînê de qala tecrîdê kir û eşkere kir ku

“Eger ev tecrîd berdewam bike, pirsgirêka kurd çareser nabe, lewra divê hemû sazî di vî warî de hestiyar bin.”

“Bi rêbertiya azad ber bi rizgariya demokratîk ve”

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê a Gelan li navçeya Cizîrê ya Şirnexê civîna gel li dar xist.

DI wê civînê de jî nivîsa ku Rêber Apo li ser Girtîgeha Îmraliyê nivîsandibû hate xwendin.

Hevserokê HDP’a Şirnexê Abdullah Gungen: Azadî bê Rêber Apo ne pêkan e

Hevserokê HDP’a Şirnexê Abdullah Gungen bal kişand ser girîngiya azadiya Rêber Apo û destnîşan kir ku “Eger Ocalan nebe siyaseta ku em bikin jî dê bê encam be, Rêber Apo yê di bin tecrîdeke giran de, em ji tunebûnê anî hebûnê”

Parlamenterê HEDEP’ê Zekî Îrmez: Êdî dem dema azadkirina Rêber Apo ye

Her wiha Parlamenterê HEDEP’ê Zekî Îrmez daxwaz kir ku heta bidesxistina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, çalakî bên lidarxistin û ev jî erka gelê Kurd e.

18’ê Mijdarê li dijî tecrîdê wê li gemlîkê meşek pêk were

Parlamentera HDP’ê a Êlihê ji bo meşa Gemlîkê ya li dijî tecrîdê bang kir

Meşa Gemlîkê ji ber erdhejê hat betalkirin û banga alîkariyê hat kirin

Back to top button