Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz bang kir:
“Karesatên pir mezin pêk hatin û divê tavilê alîkarî bi gel re bê kirin.”
Bi mebesta bidawîkirina tecrîda girankirî ya li dijî Rêber Ocalan wê îro bi pêşengtiya gelek partî û saziyan meş bihata lidarxistin.
Lê belê ji ber erdhejê hat betalkirin.
Ji bo mexdûrên erdhejê banga alîkariyê hat kirin
Kesên ku li pêşiya avahiya HDP’a Geverê hatin ba hev, ji bo mexdûrên erdhejê banga piştevaniyê kirin.
Saliha Aydenîz: Em li benda piştevaniya gelê xwe ne
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz li vir axivî û bang kir:
“Karesatên pir mezin pêk hatin û divê tavilê alîkarî bi gel re bê kirin.
Ji bo hejmara mirî û birîndaran hêj zêdetir nebie, divê xirbe bên rakirin.
Banga me ji bo tevahiya gelê me û saziyên civaka sivîl ew e ku li hemberî kerasetê bi destê hev bigirin û bihestiyarî tevbigerin.”