Şerê Îsraîl FilistÎn-Li Cenîn a Şerîaya Rojava şer û pevçûn

Hêzên Îsraîlî li dijî bajarê Cenîn ê li Şerîeya Rojava ya Filistînê êrişek pêk anî.
Li dijî vê hewildana hêzên Îsraîlê ciwanên Filistînê bertek nîşan dan û şer derket.
Di encamê de, 3 Filistînî hatin kuştin, 31 birîndar bûn.
Her wiha 6 leşkerên Îsraîlê jî birîndar bûn.

Artêşa Îsraîlê bi dehan wesayîtên zirxî yên leşkerî êrişî Cenîn ê kirin û operasyonek berfireh dan destpêkirin.

Di serdegirtinê de sekvanên Îsraîlî jî li ser hin malan hatin bi cih kirin.

Li dijî vê hewildana Îsraîlê ciwanên Filistînê bertek nîşan dan.

Hêzên Îsraîlê bi fîşekên rastî, gaz û bombeyan êrişî ciwanan kirin.

Li Cenînê 3 Filistînî hatin kuştin 31 jî birîndar kirin

Di heman demê de li herêmê di navbera leşkerên Îsraîlî û hêzên Fîlîstînî de şer û pevçûnên dijwar rû dan.

Wezareta Tenduristîyê ya Filistînê ragihand ku leşkerên Îsraîlî di êrişa li Cenînê de 3 Filistînî ku di nav wan de zarokek jî heye qetil kirin.

Her wiha 31 Filistînî jî bi guleyên rastî birîndar kirin.

Di nava birîndaran de rewşa 9 kesan giran e.

6 Leşkerên Îsraîlê birîndar bûn

Li gorî agahiyên ku hatine parvekirin di şer de 6 leşkerên Îsraîlê jî birîndar bûne.

Çavkaniyên herêmî ragihandin ku helîkoptereke leşkerî ya artêşa Îsraîlê hin nuqteyên bajarê Cenînê bombebaran kir.

Artêşa Îsraîlê jî bi daxuyaniyekî ev yek piştrast kir.

Medya Îsraîlê ragihand ku êrîşa hewayî bi helîkoptereke tîpa Apache (AH-64) pêk hatiye.

Di daxuyanîyê de hate diyar kirin ku artêşa Îsraîlê ji bo binçavkirina 2 Filistîniyan çibûn wir û piştî vê pevçûnên dijwar qewimîn.

Li Şerîaya Rojava piştî 20 salan cara yekem êrişa bi helîkopteran

Hêjayî gotinê ye, artêşa Îsraîlê piştî bêtirî 20 salan cara yekem li Şerîeya Rojava ji bo operasyonê, hêzên esmanî bi kar tîne.

Herî dawî Artêşa Îsraîlê destpêka salên 2000’î di êrişên xwe yên li Şerîeya Rojava de, helîkopterên êrîşê bi kar anî bû.

Back to top button