Hikûmeta Iraqê derbasbûna 4 barhilgiran asteng kir

Di encama xebatên Rêveberiya Xweser de doh deriyê Til Koçber cara pêşî li pêşiya alîkariyan hate vekirin.
Xelkên Silêmaniyê 29 barhilgirên alîkariyan ji mexdûrên erdhejê yên Sûrî re amadekirine.

Lê ji doh ve 25 barhilgir ji bo mexdûrê erdhejê birê ketine.

Ji van 25 barhilgiran heta amadekirina vê nûçeyê 18 ji wan derbas bûne

Li gor nûçegihana me ragihand ku ji van 29 barhilgiran 4 barhilgir yên alîkariyê ji aliyê hikûmeta Îraqê ve hatine astengkirin.

Hêjayî bi bîrxistinê ye ku 15 kamp li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûiryê hene û pêwistiya wan bi alîkariyê heye.

Ji bilî vê yekê 5 milyon mirov li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hene û ev dergeh jî weke pira jiyanê ji bo wan e.

Back to top button