“Divê hikumeta Şamê zêhniyeta berê biterikîne û ji bo danûstandinan gavan bavêje”

Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser nerazîbûn nîşanî daxuyanî û îdiayên Wezareta Karên Derve ya Hikumeta Şamê da û diyar kir ev yek israra wan ya di zêhniyeta berê de nîşan dide ku Sûrîye xist nava alozîyeke mezin.
Hat diyar kirin, Rêveberiya Xweser wê xebatên xwe yên ji bo demokratîkbûn û çareseriya aloziya Sûriyê dewam bike û bang li hikumeta Şamê hat kirin ku beşdarî danûstandinan bibe.

Piştî ku şandeyek ji Rêveberiya Xweser û MSD’ê ku bi vexwendinek fermî serdana Fransa kirin, gelek aliyên ku projeya demokratîk a Rêveberiya Xweser qebûl nakin , dijî vê serdana ku rê li pêşiya naskirina Rêvebriya Xweser vedike, derketin.

Herî dawî jî Hikûmeta Şamê bi riya Wezareta Derve daxuyaniyek da û gelek idîa der barê Rêveberiya Xweser de parve kir.

Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê bersiva îdiayên hikumeta Şamê da.

Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku rêjîma Sûrî bi vî zimanê dûrî rewşa heyî û hedefgirtina Rêveberiya Xweser, armanc dike ku bala raya giştî ya gelê Sûriyê ji berpirsyariya Hikûmeta Şamê ji aloziya heyî re, bide cihekî din.

Daîreyê anî ziman ku idîayên Rêjîma sûrî li ser projeya Rêveberiya Xweser, careke din rewşa îzolebûnê ku tê de dijî, zihniyeta înkarkirin û paşguhkirinê û israra li ser projeya xwe ya navendî ku welat xist nava aloziyê, piştrast dike.

Daîreyê di dewama axaftina xwe de wiha got:

“Em wekî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhlatê Sûriyê, piştrast dikin ku em projeyek niştîmanî a Sûrî ne. Vê projeyê yekbûna civakê parast û DAIŞ`ê têk bir. Her wiha ji bo Sûriyê bû mînakeke demokratîkbûnê.”

Hat diyar kirin di demekê de ku Rêveberiya Xweser girêdayî rêgezên çareseriyê û diyaloga niştimanî ye,
Rejîma Sûriyê bi daxuyaniyan tawanbariyên li dijî Rêveberiya Xweser tawanbar zêde dike.

Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser di dawiyê de bang li hikumeta Şamê kir ku ziman û zêhniyeta berê biterikîne û ji bo danûstandinan gav bavêje.

Back to top button