Artêşa Somalyayê 6 çeteyên Hereket El-Şebab girtin

6 çete, di êrîşeke Artêşa Somalyayê li ser navendeke çeteyên tevgera El-Şebab de, hatin girtin.

Çavkaniyeke ewlehî diyar kir ku artêşa Somalî operasyonên cuda li dijî çeteyên tevgera El-Şebab li ser navenda wan a li dervera Şibêlî ya Jêrîn pêk anîn û di encamê de, 6 çeteyên tevgerê hatin girtin.

Çavkaniyê anî ziman ku di nav çeteyên hatine girtin de, berpirsê yekîneya siwîqastan Mehmûd Mihemed Şêx Elî heye.

Her wiha, artêşa Somalî eşkere kir ku di encama êrîşeke wan li parêzgeha Cuba Jêrîn de jî, 6 çeteyên El-Şebab hatin kuştin û 3 jî birîndar bûn.

Back to top button