Bi dehan pariyên siyasî, sazî û dezgehên rêxistina civakî li Başûrê Kurdistanê banga qedexeya asmanî ji bo Bakur û Rojhilatê Sûrî kir.
Nêzî 70 partiyên siyasî, sazî û dezgehên rêxistina civakî ku di nav wan de KNK, YNK, Goran, PYD, PJAK, KODAR û Komala hene, bang li civak û saziyên navnetewî kir û xwestin ku qada hewayî ya Rojava li balafirên şer ên Tirk were girtin.
Her 70 partî daxuyaniyek da û tê de hate gotin:
Dewleta Tirk bi êrîşên xwe li dijî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûrî qanûnên navdewletî binpê dike.
Em weke partî û rêxistinên li Başûrê Kurdistanê daxwaza qedexekirina balafiran li asmanê herêma Bakur û Rojhilatê Sûrî dikin.
Dewleta Tirk bi van êrîşan dixwaze gelê Kurd qir bike.
Em bang li saziyên navneteweyî dikin ku destwerdanê bikin.