“Rojnamevan ji ber nivîsekê tê girtin û cezakirin”

Mamostayên beşa ragihandinê li zanîngeha Silêmaniyê, di roja cîhanî ya azadiya çapemeniyê de, desthilata siyasî bi binpêkirina azadiya fikir û rojnamevaniyê tewan bar kir.

Bi boneya 3’ê Gulanê, roja azadiya çapemeniyê, mamostayên beşa ragihandinê yên zanîngeha Silêmaniyê ji Rojnews re axivîn.

Mamosta Kamil Omer diyar kir ku Herêma Kurdistan ji bo rojnamevanan ne qadek bi ewleye û got:

“Gelek rojnamevan ji ber şîrove yan jî nivîsekê li ser medyaya dijîtal tên girtin û cezakirin.

Her wiha gelek rojnamevan hatine kuştin û gelek jî hatine revandin û amûrên wan hatine şikandin.

Desthilata heyî destwerdana siyasî di karê dadgehan de dike.”

“Xelk nikarin zanyariyên rast û nerast ji hev cuda bikin”

Derbarê mijarê de MamostaBiryar Celal jî wiha axivî: “Em hemû bi wê hêviyê bûn ku piştî raperînê azadiya fikir û ramanê baş bibe.

Lê mixabin li şûna bi pêş keve, bi paş ket. ”

“Heta niha kujerên rojnamevanan nehatine girtin”

Biryar Celal da zanîn ku sedema vê rewşê desthilat û berpirsên siyasî ne û got: “Li şûna hewil bidin yasayên pêwîst ji bo karê rojnamevaniyê ferz bikin, bi xwe bûne beşek ji binpêkirinên yasayê.

Heta niha jî kujerên rast ên rojnamevanan nehatine girtin.

Ji ber ku kesên rojnamevanan dikujin, bi xwe di nava desthilatê de ne.”

Mamostayê Beşa Ragihandinê li Zanîngeha Silêmaniyê Dr Hejar Şêx Mihemed jî derbarê nebûna azadiya çapemeniyê de wiha axivî:

“Ger li gor yasa û nivîsên li ser kaxezê be, Herêma Kurdistanê qadeke bi ewle ji bo rojnamevanan e.

Lê ger li gor rastiyê mirov lê dinêre, tam berovajî wan tiştên li ser kaxezan e.”

“Gelek kes li ser azadiya fikir û ramanê tên girtin”

Dr Hejar diyar kir ku li Herêma Kurdistanê gelek kes li ser azadiya fikir û ramanê tên girtin û cezakirin û got:

“Li gor yasayên Herêma Kurdistanê binpêkirinên rojnamevanan tenê bi cezayên madî tê cezakirin.

Lê li herêma Kurdistanê kar bi van yasayan nayê kirin.”

Back to top button