Mazlum Dag û Abdûrehman Er 5 sal in li Hewlêrê tên ragirtin

Mazlûm Dag û Abdûrehman Er ku li Girtîgeha Hewlêrê dîlgirtî ne, 34 roj in di greva birçîbûnê de ne.
Malbata Abdûrehman Er diyar kir ku zarokên wan ji ber kirinên xirab dest bi greva biçîbûnê kirine û ji xelkê Başûrê Kurdistanê xwestin ku xwedî li zarokên wan derbikevin.

Di 17 Tîrmeha 2019’an de li dijî wezîfedarê Sefaretxaneya Tirkiyê ya Hewlêrê dîplomatê tirk Osman Kose êriş pêk hat.

Di êrişê de Kose û welatiyê Iraqê Nerîman Osman û welatiyê ji Hewlêrê Beşdar Ramazan jiyana xwe ji dest dan.

Mazlûm Dag û Abdurahman Er bi sedema vê êrişê hatibûn girtin.

Dag û Er li Girtîgeha Hewlêrê tên ragirtin.

Ji ber binpêkirinan dag û er 34 roj in di grêva birçîbûnê de ne

Ji roja ku ew xistin Girtîgeha Hewlêrê û vir ve binpêkirina mafên wan timî dikeve rojevê.

Mazlûm Dag û Abdûrrahman Er herî dawî ji ber zextan û kirinên xerab di 18’ê Gulanê de ketin greva birçîbûnê.

Çalakiya Dag û Er di roja 34’an de didome.

Bav û dayîka Abdûrahman Er derbarê rewşa dawî ya kurê xwe de axivîn.

Malbata Er ê di greva birçîbûnê de bang kir

Dayika Er, Fatma Er diyarkir ku herî dawî di sala 2020’an de wana kurê xwe dîtine.

Fatma Er derbarê rewşa kurê xwe de dibêje;

“Beriya du hefteyan em bi telefonê pêre axivîn, rewşa wî pir ne baş bû.

Ev 5 salin kurê min di girtîgehê deye. Me di nava 5 salan de tenê karî 2 caran wî bibînin.

“Zarokên me di girtîgehê de rastî êşkence û muameleya xirab tên”

Li ser greva birçûbûnê jî dayika Er got:

Zarokên me di girtîgehê de rastî êşkence û muameleya xirab tên.

Nahêlin zarokên me derkevin hevdîtinan.”

“Li zarokên me xwedî derkevin”

Fatma Er bang li xelkê Başûrê Kurdistanê kir ku li dijî ve rewşê xwedî helwest bin û wiha got:

“Zarokên me ji destê van zaliman derbixin û bila dawî li çalakiya xwe bînin.

Zarokên me tiştek nekirine, tenê dijî kiryarên xirab û êşkenceyê derketine.

Em bang li her kesê dikin ku bi erkê xwe rabin.”

“Bila hikûmeta Başûr rê bide em bi zarokên xwe re hevdîtinê bikin”

Derbarê heman mijarê de bavê Er, Şahîn Er jî diyar kir ew niha ji rewşa wan ya jiyanî bi fikarin.

Şahîn Er bang li Hikumeta Herêma Başûrê Kurdistanê, saziyên mafên mirovan ê navnetewî kir ku bi zarokên xwe re hevdîtinê bikin.

Back to top button