Kompanyeyek din ya petrolê ya Amerîka ji herêma Kurdistanê vekişiya

Li başûrê Kurdistanê Konpanyayek din ya petrolê a Emerîkayê xebatên xwe rawestand û ji herêmê vekişiya.

Di 15’ê Hezîranê de Kompanya Netewî ya Petrolê ya Iraqê ragihand ku kompanyayên neftê yên li Başûrê Kurdistanê dixebitin divê di nava 3’ê mehan de dawî li karên xwe bînin û gotubû;

Eger kompanyayên Petrolê yên li Herêma Kurdistanê kar dikin li gorî biryarê tevnegerin wê bikevin lîsteya reş de û nabe kar li gel wan were kirin.”

Ji bo vê jî, îro Kompanyaya ‘Schlumberger’ a Emerîkî ya di warê xizmetguzariyê de kar dikir hemû xebatên xwe yên neftê li herêmê rawestand û vekşîna xwe ragihand.

Beriya vê jî kompanyaya ‘Baker Hughes’ ya Emerîkî jî bi heman armancê vekişîna xwe ragihandibû.

https://rojnews.news/ku/abori/kompanyayek-din-ya-nefte-a-emeriki-xwe-ji-herema-kurdistane-vekisand/

Back to top button