HPG’ê nasnameya şehîdekê eşkere kir

HPG’ê nasnameya gerîlayeke şehîd eşeker kir.
HPG’ê diyar kir hevrê fedaî Bêrîtan di 11’ê Tebaxê de heta nefesa xwe ya dawî şer kir û şehîd bû.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê nasnameya gerîlayek şehîd eşkere kir.

HPG’ê diyar kir ku di 11’ê Tebaxê de dewleta Tirk a dagirker li Garzanê dest bi operasyonên dagirkeriyê kir û di encamê de şer derket.

Hate destnîşan kirin ku di êrîşên dijmin û şerê giran de gêrîlayê bi navê Bêrîtan Sîser şehîd bû ye.

HPG: Gerîla Bêrîtan her dem li refên herî pêş ên têkoşînê de cih girt

HPG’ê balkişand ser kesayeta şehîd Bêrîtan û wiha got:

“Hevrêya me di nava malbateke ji eşîra Didêrî de ji dayik bû.

Lewma bi hestên welatparêziyê yên xurt û xwedî kevneşopiya berxwedanê mezin bû.

Fikrê Rêber Apo û têkoşîna gerîla bala hevrêya me Bêrîtan kişand.

Ji ber vê di sala 2013’an de beşdarî nava refên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bû.”

HPG’ê diyar kir ku şehîd Bêrîtan di Nîsana 2018’an de ji bo li ser rastiya şehîdan û Rêbertî xwe kûrtir bike, beşdarî nava Hêzên Taybet bû.

Piştre jî weke gerîlayeke profesyonel, şerker û wêrek bû fermandareke YJA Starê ya pêşeng.

HPG’ê di dawî de ji malbata hêja ya şehîd û tevahî gelê Kurdistanê yê welatparêr re sersaxî xwast.

Agahiyên li ser nasnameya gêrîlaya şehîd wiha ye.

Nasnav: Bêrîtan Sîser
Nav paşnav: Gûrbet Kaymaz
Cihê jidayikbûnê: Sêrt
Dayik: Qumrî
Bav: Haşem
Dem û cihê şehadetê: 11’ê Tebaxa 2023 / Garzan

Back to top button