Şêniyên Şedadê bi meşekê tevlî pêngava azadiyê a ji bo Rêber Apo bûn

Li kantona Hesekê û herêma Efrînê jî piştgiriya pêngava azadiyê ya ji bo Rêber Apo hate kirin.

Şêniyên bajarokê Şedadê yê Hesekê bi meşekê piştgirî dan pêngava azadiyê ya ji bo Reber Apo.

Di meşê de wêneyên Rêber Apo û pankartên ′Ji Rêber Ocalan re Azadî′ bi zimanên Erebî, Kurdî û Suryanî hatin hildan.

Rûspiyê eşîra El Mulhim Mêzer El Sultan axivî û got,

“Em gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê banga bidawîkirina tecrîdê û azadiya rêber Apo dikin.”

Yekîtiya Jinên Êzidî: Azadiya Rêber Apo çareseriya doza Kurd e

Yekîtiya jinên êzidî ya rojava jî bi daxuyaniyekê piştgirî da pêngavê.

Di daxuyaniyê de hat gotin:

“Azadiya Rêber Apo rêya yekane ya çareserkirina pirsgêrka Kurd û pirsgirêka hemû jinan e.”

Li herêma Efrînê piştevaniya ji bopêngavê hat ragihandin

Sazî, rêxistin û kesayetên herêma Efrîn û Şehbayê jî tev li Pêngavê bûn.

Bi dehan kes li Parka 4′ê Nîsanê ya li Şehbayê kom bûn û têkildarî mijarê daxuyanî da.

Di daxuayniyê de wiha hate gotin:

“Em sazî, partî, tevger, kesayet û koçberên Efrînê û niştecihên Şehbayê piştgiriya xwe ji pêngavê re nîşan didin.

Ev pêngav ji bo rizgarkirina mirovahiyê, ekolojiyê û jinan e.

Divê tevahî gel ji bo şikandina tecrîdê û pêkanîna azadiya Rêber Apo têbikoşin.”

Parêzerên Helebê tevlî pêngava ji Rêber Apo re Azadî bûn

Li aliyê din jî bi serkêşiya Însiyatîfa Sûriyê ya Azadiya Rêber Abdullah Ocalan civînek li hola “Tela” ya Helebê hat li darxistin.

Parêzer û partiyên siyasî yên taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê beşdarî civînê bûn û piştgiriya xwe ragihandin.

Berdevkê insiyatîfê Ferzende Munzir girîngiya fikir û felsefeya Rêber Apo nirxand û got,

“Tecrîda ku li Îmraliyê tê meşandin ji bo tunekirina destketiyên gelê kurde û pêk anîna berjewendiyên hêzên komplogerin.”

Qamişlo-Li pêş avahiya NY konê çalakiyê hat vedan

Back to top button