Gundên Şêrawa, Şehba, Kobanê, Til Temir û Eyn Îsa hatin topbarankirin

Dewleta Tirk a dagirker gundên Şêrawa, Şehba, Kobanê, Til Temir û Eyn Îsayê topbaran kirin.

Dewleta Tirk a dagirker îro di saetên nîvro de êrişî gundê Semoqa yê Şehbayê kir.

Li gorî agahiyan di topbaranê de endamekî hêzên hikumeta Şamê jiyana xwe ji dest da.

Her wiha dagirkeran Kampa Eyn Îsa, Gundê Xalidiyê û rêya M4 yê navçeya Eyn Îsa jî topbaran kirin.

Gundê Tewîla, Til Leben û Gozeliyê ên Til Temirê jî rastî topbaranê hatin.

Balafireke dewleta Tirk a dagirker navbera gundên Aqîbe û Bênê yên navçeya Şêrawa bombebaran kir.

Ji ber bombebaranê ziyanên madî çêbûn.

Artêşa dagirker gundê, Zormixar, Çeroxle, Cêşan, Koran û Mers-mêl ên Kobanê bi çekên giran topbaran kir.

Back to top button