Gundên Şêrawa, Kobanê, Til Temir û Eyn Îsa hatin topbarankirin

Êrişên qirkirin û dagirkirinê ên dewleta Tirk li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê dewam dikin. Hemann gundên rojane yên Şêrawa, Kobanê, Til Temir û Eyn Îsa hatin topbarankirin.

Balafireke dewleta Tirk a dagirker navbera gundên Aqîbe û Bênê yên navçeya Şêrawa bombebaran kir.

Ji ber bombebaranê ziyanên madî çêbûn.

Artêşa dagirker gundê Cêşan, Koran û Mers Îsmaîl yên rojhilatê bajarê Kobanê bi çekên giran topbaran kir.

Ber êvarî Kampa Eyn Îsa, Gundê Xalidiyê û rêya M4 yê navçeya Eyn Îsa hatin topbaran kirin.

Gundê Til Leben û Gozeliyê ên Til Temirê jî rastî topbaranê hatin.

Doh jî 4 gundên navçeya Eyn Îsa û gundê Meyasê yê navçeya Şêrawa bi çekên giran topbaran kirin.

Her wiha bircê peywendiyan ê li gundê Salûk yê başûr rojavayê Girê Spî rasterast bû armanc.

Di encamê de intnernêt û peywendî li ser gundewarê kantonê hat qutkirin.

Back to top button