Dmitry Peskov: Wê li Sûriyê, şerê li dijî terorê bidome

Berdevkê serokê Rûsyayê Dmitry Peskov diyarkir ku wê li Idlibê şerên li dijî terorê berdewam bike.

Dmitry Peskov li hevkirina Soçî bi bîrxist û dazanîn ku li gorî lihevkirinê divîyabû dewleta Tirk êrişên çeteyan li Idlibê rawestan da, lê Tirkiye vê sozê xwe bi cih neanî.

Peskov destnîşan kir ku rejîm bi êrişên xwe ve armanc dike komên terorsît têk bibe.

Peskov bal kişand ser êrişên li dijî baregehên Rûsyayê yên li Sûriyê û got: Çete li sûriyê baregehên me dikin armanc ji bo wî jî dê şerê me yê dijî terorîstan bidome.

Şerê li Idlibê
Em nikarin garantiya ewlehiya balafirên Tirkiyê bidin

Serokê navenda lihevanînê ya Rûsya ya li Sûriyê ya girêdayî Wezareta Parastinê ya Rûsyayê Oleg Goraflov jî bi daxuyaniye ragihand ku piştî ku rejîma Sûriyê qada hewayî ya Idlibê girt, wê nikaribin ewlehiya balafirên Tirkiyê garantî bikin.

Back to top button