Efrîn..Ji gundê Kokana Jorîn yê Mabata ciwanek hat revandin

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên xwe sûc û hovîtiyên xwe yên li Efrîna dagirkirî roj bi roj zêdetir dike.
Li navçeya Mabata dagirkeran ciwanek revand, li navçeya Şera jî li şûna daristaneke ku darên wê birîne, wargehekê ji çeteyan re tê ava kirin.
Her wiha ji bo pêkanîna siyaseta tirkkirinê, dewleta Tirk li navenda Efrînê ofîsek ji partiyeke Turkmen re vekir.

Li Efrîna dagirkirî, Sûc û kirinên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bê navber didomin.

Rêxistina Mafên mirovan a Efrîn-Sûrî ragihand ku çeteyan ciwanê bi navê Elî Mihemed Xelîl ji gundê Kokana jorîn yê Mabata revand.

7’ê vê mehê, ew ciwan bi tewanên ne rast li ser bendeke kontrolê yê çeteyan hat revandin, ji bo berdan wî çeteyan hezar Lîreyê Tirk ji malbatê xwestin.

Li Şera li cihê daristanek ji çeteyên xûta re wargehek niştecihê hat avakirin

Li aliyekî din, dewleta Tirk ji bo guhartina demografî, darên daristanan dibirin û wargehan ji çete û malbatên çeteyan re ava dikin.

Li gorî nûçeya ANHA’yê, dagirkeriya Tirk bi dehan darên daristana di navbera gundên Elkê û Kefer Rûmê yê navçeya Şerayê birîn.

Dewleta Tirk bi destekdayîna komeleya “Ereb Filistîn 48” û Komeleya “El-Eyş Bikerama” û “Eyadî Beyda” li cihê daristanê, ji malbatên çeteyên xwe re wargehekê ava bikin.

Ji bo bicihkirina malbatên çeteyên ku ji bajarê Xûtaya yê Şamê anîne, dagirker wargehekê Li gundê Qîbarê yê Êzidiyan ê Efrînê ava kir.

Hat ragihandin ku dagirker heya niha li Efrînê û navçeyaên wê 18 wargeh ji malbatên çeteyan re ava kirin.

Dagirkeriya Tirk ji çeteyên Turkman re ofîsek li navenda Efrînê vekir

Rêxistina Mafên mirovan a Efrînê ragihand ku dagirkeran ofîsek ji çeteyên bi navê ” Tevgera Neteweyî ya Tirkmenan” li navenda Efrînê vekir.

Tevgera Neteweyî ya Tirkmenan, di destpêka aloziya Sûrî li bajarê Stenbolê, bi alîkariya dewleta Tirk hat avakirin.

Dagirkeriya Tirk bi van kiryaran hewil dide ku herêma Efrînê weke herêmek Turkmanî jî nîşan bide.

Bi dagirkirina Efrînê, dewleta Tirk, Turkmanên ku ji Hums û Lazqiyê anîne, li gundên navçeya Bilbilê û Meydan Ekbez yê navçeya Raco bicih kirin.

Her weha ji wan re komele û meclîs hatine avakirin.

Back to top button