HDP’ê qurbaniyên Komkujiya Geliyê Zîlan bi bîr anîn

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi daxuyaniyekê di salvegera 91. de qurbaniyên Komkujiya Geliyê Zîlan bi bîr anîn.

Desteya Rêveberiya Navendî ya (HDP) destnîşan kir ku Komkujiya Geliyê Zilan yek ji encamên zext, zordarî û tundiya komarê ya li dijî daxwazên gelê kurd bû.

HDP’ê diyar kir ku desthilatdariya wê demê ji bo ku berpirsên Komkujiya Geliyê Zîlanê neyên cezakirin, zagon saz kir û ev yek bû sedem ku komkujiyên nû werin kirin.

HDP’ê anî ziman ku polîtîkayên înkar û tunekirinê yên ku li Zîlanê bû sedema komkujiyê, îro ji aliyê AKP’ê ve bi rê û rêbazên cuda tê meşandin.

HDP’ê da zanîn ji bo berpirsyarên komkujiyê li pêşberî dîrokê mehkûm bibin ew ê têkoşîna xwe dewam bikin.

Back to top button