NPG: Gelê Kurd ev berxwedan ji xwe re kiriye kevneşopiyek û têdikoşe

Fermandariya Biryargeha NPG’ê jî berxwedêrên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê bi bîr anîn û diyar kir gerîlayên azadiyê 37 sal in li ser rêya wan dimeşin û şer dikin.
NPG’ê diyar kir ku gelê Kurdistanê ruhê Berxwedana 14’ê Tîrmehê ji xwe re kiriye kevneşopiyek û li ser vê xetê têdikoşe.

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel bi boneya salvegera Berxwedana 14’ê Tîrmehê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

NPG’ê ruhê berxwedanê yê 14’ê Tîrmehê û sekna mirovahiya azad a Rêber Apo silav kir û da zanîn ku hevrê Xeyrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Elî Çîçek bi çalakiya xwe sekn û rûmeta mirovahiyê ya dîrokî parastin û xeta berxwedanê ya PKK’ê afirandin

Hevrê Mazlûm Dogan, ku bi çalakiya xwe ya dîrokî ya 21’ê Adara 1982’an çirûska Berxwedana Zindana Amedê pê xist, 17’ê Gulana 1982’an li bedena Çaran veguherî agirê azadiyê yê mezin. Bi Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê re ev sekna bi rûmet li dijî rêjîma dewleta Tirk a faşîst bi ser ket.

NPG’ê destnîşan kir ku gelê Kurdistanê ku14’ê Tîrmehê weke ‘Roja Rûmetê’ pêşwazî dike, Ruhê Berxwedana 14’ê Tîrmehê ji xwe re kiriye kevneşopiyek û têdikoşe.

Kevneşopî û rastiya têkoşînê ya 40 salî çawa ku heta niha bi rûmetî hate temsîlkirin û ber bi serketinê ve hate birin, ji niha û pê ve jî wê têkoşînek mezintir bê meşandin, serketinên mezin bên bidestxistin û serketin wê teqez bê misogerkirin.

NPG’ê anî ziman ku tevger û xeta PKK’ê ku 40 sal in kêlî bi kêlî têdikoşe, bi ser dikeve, nirxan diafirîne û bi gelê Kurdistanê dide qezençkirin û îro bi êrişên mezin re rû bi rû ye.

Hêzên hegemonîk, dewletên netewe yên faşîst ên li herêmê û nokerên wan ên ku nekarîn bi komploya navneteweyî bigihêjin armancên xwe, dest ji êrîşên xwe yên bi armanca tasfiyekirinê bernedane.
Lê belê Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê jî ji sekna bi rûmet a mezin a 14’ê Tîrmehê, ji rastiya jiyana PKK’ê tawîz nedan û di vê oxirê de bi şerekî mezin bersiva pêwîst didin. Şerê gerîla yê li Heftanîn, Xakurkê, Avaşîn, Zap, Metîna û tevahiya Bakurê Kurdistanênîşan dide Ruhê 14’ê Tîrmehê bi ser dikeve.

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel di dawiyê de soza xwedîderketina li ruhê berxwedana 14’ê Tîrmehê da.

Back to top button