109 roj in Silêman Ehmed ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin

109 roj in edîtora beşa erebî ya ajansa Rojnewsê ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin.

Her ku diçe guman û fikarên li ser jiyana Silêman Ehmed zêde dibin.

PDK rê nade ne parêzer ne jî malbat kesek hevdîtinê li gel bike.

Ajansa Rojnewsê, tometbariyên nerast yên Asayîşa Duhokê ya PDK’ê bi tundî red dikin û şermezar dikin.

Her wiha daxwaz aşkerekirina çarenûsa wî di zûtirîn dem de dikin.

Yek ji parêzerên Silêman Ehmed, Nerîman Ehmed di daxuyaniyekê ji bo Rojnews de got:

Me hewl da ku em wî bibînin û dosyeya wî bixwînin, me serdana Asayîşa Giştî ya Duhokê kir.

Di destpêkê de bi hinceta ku ne li wê derê ye, em asteng kirin.

Herî dawî 2’yê Çile tîma parêzeran ji bo hevdîtina Silêman Ehmed serî li dadwer dan.

Dadwer ferman da ku parêzer Silêman Ehmed bibînin.

Lê piştî parêzer çûn asayîşa Dihokê carek din ji aliyê rêveberiya asayîşa PDK’ê ya Dihokê ve parêzer hatin astengkirin û guh nedan fermana dadwer.

Tê zanîn ku Silêman Ehmed roja 25’ê Cotmehê ve ji aliyê hêzên PDK’ê ve hat revandin.

108 rojin agahî ji rojnamevan Silêman Ehmed nayê girtin

Back to top button