“Ji bo peydakirina derman mazota xwe ya zivistanê difroşin”

Ji ber dorpêça hukimeta Şamê ya li ser taxa Şêx Maqsûd a Helebê, rewşa welatiyan roj bi roj zehmetir dibe.
Her wiha xelkê herêmê nikarin ne derman ne xwarin û ne jî sotemenî peya bikin.

Emîne ya 56 salî ya nexweş e, ji navçeya Bilbilê ya Efrînê ya dagirkirî koçber bûye derbarê rewşa zehmet di dorpêçê de axivî.

Emîne behsa jiyana malbata xwe dike û dibêje ji bo peydakirina derman,ew gelek zehmetiyan dikşîne,û got:

“Gelek roj me bê xwarin derbas kiriye, ji ber ku gelek zehmet e xwarin û derman bi hev re peyda bikin.

Ez û hevjînê xwe nexweşin, em nikarin dermanan peyda bikin.

Ji bo em derman bikirin me para malbatê ya mazotê ku 100 lître ye, firot.”

”Armanca dorpêça hikumeta Şamê pêkanîna planên dagirkeriya Tirk e”

Back to top button