Parlamenter Parlak: Rejîma Erdogan welat bi pergala tecrîdê bi rêvedibin

Parlamenterê DEM Partiyê yê Colemêrgê Wezîr Coşkûn Parlak anî ziman ku armanca Meşa Azadiyê û çalakiyên wan misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Apo ye û got:
“Em ê ji bo armancên xwe li her qadê û bi her awayî têkoşînê bidomînin.”

Meşa Mezin a Azadiyê” ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd ji Wan û Qersê hatiye destpêkirin di roja 10’an de didome.

Meşa ku bi du baskan destpêkiriye baskê Qersê gihişt navçeya farqîn ya Amedê, yê Wanê jî gihîşt navçeya Qoser a Mêrdînê.

Têkildarî armanc û serxistina pêngavê Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Wezîr Coşkun Parlak axivî.

Wezîr Coşkun Parlak diyar kir ku nêzî salvegera Komploya 15’ê Sibatê dibin û wiha got:

“Birêz Abdullah Ocalan bi Komployeke Navneteweyî radestî Tirkiyê hat kirin û li Girtîgeha Îmraliyê tê ragirtin.

Ji wê demê de, terîdeke giran li ser tê meşandin.

Welat bi rejîma tecrîdê bi rê ve dibin.
Li dijî tecrîda ku ji zindanan dest pê kiriye û li tevahiya civakê belav bûye, li Îmraliyê û li hemû zindanan berxwedaneke mezin tê meşandin.”

Coşkun Parlak: Çareserî di destê birêz Ocalan de ye

Parlak da zanîn ku armanca çalakiyên wan, azadiya Rêber Apo ye û wiha domand:

“Tevgerên li dijî tecrîdê li hemû cîhanê bi xurtî dewam dikin û em tevî rêveber, nûner û gelê xwe beşdarî meşa azadiyê, bûn.

Armanca Meş û çalakiyên me azadiya fîzîkî ya Rêberê Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd e.

Birêz Abdullah Ocalan ne tenê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd çareserî pêşxistiye

Ji bo dawî li şer û krîzên ku li Rojhilata Navîn bûne sedema mirina bi sed hezaran mirovan jî pêşniyarên çareseriya demokratîk dike”

“Em ê li her qadê û bi her awayî têkoşînê bidomînin”

Parlamenterê DEM Partiyê Wezîr Coşkun Parlak anî ziman ku wê meşa û çalakiyên wan bi ser keve û got:

“Em di wê baweriyê de ne ku em ê gav bi gav bigihêjin armanên xwe.

Heta em armancan xwe pêk bînin em ê li her qadê û bi her awayî têkoşîna xwe bidomînin.”

‘Meşa Mezin a Azadiyê’ 9 roje bi biryardariyekî xurt didome

Back to top button