Cejna Xidir Îlyas an ku ‘Cejna Bêxwîn’ nêz dibe .Ev cejin dîroka dîroka wê vedigere 4 hezar sal beriya mîladê.
Bi boneya rojê Êzidî amadekariyên vê rojê dike .
Êzidî diyar dikin ev cejn têkiliya xurt a baweriya wan û xwezayê nîşan dide.
Di rojên Duşem, Sêşem û Çarşemê êzidî rojiya neferz dikin û xwarinên “bêxwîn” çêdikin .
Di roja pênşemê de jî cejnê pîroz dikin.
Derbarê vê cejnê de Jina êzidî Gulê Cafer axivî .
Li gor wê Cejna Xidir Îlyas girêdana xurt a baweriya êzidiyan û xwezayê nîşan dide.
Ew di cejnê de xwarina “qilîndokan” an ku genim, ceh, nok, kuncî, garis, dendikên gulberojê û nîskan çêdikin .
Gulê Cafer diyar kir ku li gorî baweriya me, ev xwarin xêrê ji malbatê re tîne.
Li cem êzdiyan gotineke taybet ji bo vê cejnê heye ew jî ev e:
“Xidir Eliyas û Xidir Nebî, kesê ne li mala xwe bê, behrewî tê de nebê.”