Sekreterê Partiya Demokrat a Kurdistanê li Sûriyê Ciwan Siko dibêje Rêveberiya Xweser pêkhate kirin yek.
Ciwan Siko bi boneya salvegera damezrandina Rêveberiya Xweser ji ANHA’yê re axivî û ev tişt anî ziman:
“Di dîroka Rojhilata Navîn de cara yekem e ku pêkhate dikarin xwe bi xwe bi rê ve bibin û parastina xwe bikin.
Rêveberiya Xweser hemû pêkhateyên herêmê kirin yek, ev jî ne li gorî berjewendiya hêzên çavbirçî ye.
Ciwan Siko balkişand ser êrişên Tirkiyê û diyar kir ku ew dixwaze herêmê vala bike û projeya Rêveberiyê tê bibe.
Dawiyê Ciwan Siko banga xwedîderketina li Rêveberiya Xwese a Bakur û Rojhilatê Sûrî kir.