Meclisa Herêma Efrînê bi boneya salvegera 9ʹan a ragihandina Rêveberiya Xweser a Herêma Efrînê de daxuyanî da.
Bi dehan endamên deste, saziyên sivîl ên Rêveberiya Xweser a Herêma Efrînê û partiyên siyasî li kampa Serdem ya li navçeya Ehdasê ya Şehbayê kom bûn.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Em gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê me xeta sêyemîn, xeta felsefeya neteweya demokratîk, biratiya gelan û azadiya jinê hilbijart.
Di çarçoveyê projeya Rêveberiya Xweser de rêgezên azadî, demokrasî û jiyana komînal hatin rûniştandin, di hemû qadan de binsazî hat pêşxistin û sazî hatin avakirin.
Di daxuyaniyê hate gotin:”Ruxmî koçberiyê, gel qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê dan destpêkirin.
Di berxwedan û têkoşînê de bi israr in heta ku Efrîn, herêmên Şehba û tevahî herêmên Sûriyeyê yên dagirkirî werin rizgarkirin. “