Çalakiya konvedanê ya li Dêrazorê di roja 2ʹyemîn de didome

Çalakiya konvedanê ya li Hecînê ya bi banga rakirina tecrîda li dijî Rêber Ocalan û pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî di roja duyemîn de dewam dike.

Di roja duyem a çalakiyê de, endamên saziyên sivîl ên gundewarê rojhilat ê Dêrazorê berê xwe dan kon.

Di bin kon de hevserokê Meclisa Herêma Rojhilat a Dêrazorê Selah Selman axivî û bêdengiya hêzên navneteweyî ya li hemberî tecîrdê û cezayên li ser rêber Ocalan şeremzar kir û got: “Em ê têkoşîn û berxwedana xwe heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo berdewam bikin.”

Piştre Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê -Şaxê gundewarê rojhilat ê Dêrazorê daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Em li vir ji cîhanê re diyar bikin ku heger berdîl giyanê me jî wê çalakiyên me yên ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan berdewam bikin.”

Piştre beşdarên çalakiyê ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan îmze dan.

Tê payîn ku çalaki wê sibe bi dawî bibe.

Back to top button