Hevberdevkên HDK’ê: Têkoşîna Rêya Sêyemîn êdî bivê nevê ye

Hevberdevkên HDK’ê hatin hilbijartin, diyar kirin ku têkoşîna Rêya Sêyemîn êdî bivê nevê ye û gotin: “Ji bo avakirina bingehên pergala demokratîk ew ê rêxistinbûna civakî berfireh bikin.”

Kongreya Demokratîk a Gelan bi dirûşma “Li dijî faşîzm û kedxwariyê em li meclisên demokratîk yekitiya xwe ava bikin û bi civaka rêxistinkirî û azad jiyana nû ava bikin” li Stenbolê 12’emîn Lijneya Giştî li dar xist.

Piştî ku Lijneya Rêveberiyê hate diyarkirin ji Hevberdevkiya HDK’ê re dîsa Esengul Demîr û Cengîz Çîçek hatin hilbijartin.

Axaftina hevpar a Hevberdevkên HDK’ê gotin: Pêkanînên sansur, qedexe, êşkence û tecrîdê yên li Tirkiyeyê û polîtîkayên şidandina faşîzmê, polîtîkayeke şer û dagirkeriyê ya bi armanca xeniqandina her destkeftiyeke Kurdan li derveyî welat, tê meşandin.

Ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd em rêxistinbûna xwe ya civakî mezin bikin û faşîzmê hilweşînin.”

Back to top button