Rûsya bi dersînorkirina Ukrayniyan hat tewambarkirin

Li nava Konseya Ewlekariyê ya NY li dijî Rûsya sûcdariyên tund hatin kirin.
Endamên konseyê diyar kirin ku Rûsya bi zorê mirovan ji herêmên ku kontrolkirine derdixe û li kampan bicih dike.
Ev yek jî bû sedema ku li nava endaman nîqaşên tund pêk werin.

Di Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) de îdiayên ku Rûsya li herêmên Ukrayna yên kontrolkirine, welatiyan bi zorê li kampên komkirinê bicih dike bû sedema nîqaşên tund.

Rêvebiriya Amerîkayê îdia dike ku artêşa Rûsya li herêmên kontrol kirine, welatiyan li dijî îradeya wan birin kampên komkirinê da ku wan bişîne herêmên di bin kontrola xwe de.

Nûnera Daîmî ya DYA li NY Linda Thomas-Greenfeld di rûniştina Konseya Ewlekariyê de got;

Li gorî texmînan di navbera 900 hezar û milyonek û 600 hezarî de, Ukraynayî bi darê zorê hatine dersînorkirin.

Ev agahiya ku rayedarê Amerîkî daye ji ber şerê li Ukraynayê ji hêla çavkaniyên serbixwe ve nehatine piştrastkirin.

Şanda Ukraynayê ya li NY diyar dike ku 2 milyon û 500 hezar Ukraynayî ji başûr û rojhilatê welêt hatine derxistin û birin rojhilatê Sîbîrya an jî Rûsyayê.

Nûnera NY ya Norwêcê Mona Juul jî diyar kir ku hejmara raporên serbixwe yên ku balê dikişînin ser binpêkirinên mafên mirovan ên derbarê kampên ku mirov lê tên ragirtin zêde dibe.

Wezareta Karê Derve ya Amerîkayê berî niha Serokê Rûsyayê Vladimir Putin bi wê yekê tawanbar kiribû ku bi hezaran welatiyên Ukraynayê bi zorê koçber kirine.

Komîteya Mafên Mirovan a NY balê dikişîne ser wê yekê ku raporên pêbawer hene, zarokên Ukraynayî ji bo bi lez û bez bên xwedîkirin dişînin Rûsyayê.

Berpirsên NY îdia dikin ku zarokên Ukraynî yên bê dê û bav dimînin derbasî hemwelatibûna Rûsyayê têne kirin.

Alîkara Sekreterê Giştî yê NY bo Karûbarên Siyasî Rosemary DiCarlo di rûniştinê de li ser mijarê fikarên xwe anî ziman.

DiCarlo bal kişand ku hejmara kesên ji Ukraynayê reviyane derveyî welêt 7 milyon derbas kiriye û destnîşan kir ku di şerê li welêt de 5 hezar û 718 sivîlan jiyana xwe ji dest dane.

Rûsya jî van îdiayan ji aliyê xwe ve red dike.

Nûnerê Daîmî yê Rûsyayê li NY Vasily Nebenzia got:

“Em fêm nakin hûn behsa çi dikin.”

Nebenziya îdia kir ku gelek kes dixwazin ji destê “rejima Ukraynayê” birevin û rejim welatiyên xwe wek mertal bi kar tîne.

Back to top button