Adil Hecî: Xiyaneta PDK’ê di destê Tirkan de bûye çekek

Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan yê Herêma Firatê Adil Hecî derbarê êrîşên dagirkeiya dewleta Tirk yên dijî Herêmên Parastina Medyayê de got:
“Dewleta Tirk a dagirker her tim xayînan bi kar tîne ji bo ku berjewendiyên xwe pêk bîne.”

Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan yê Herêma Firatê Adil Hecî îşaret bi xiyaneta PDK’ê kir û wiha anî ziman:

“Şerê li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê di du salên dawîn de gihaşt lûtkeyê.

Berxwedana gerîla, ji cîhan re îsbat dike ku ew mafdar in û dê bi ser kevin.

Lê yê pişte me dişikîne, xiyaneta PDK’ê ye ku êdî di destê Tirkan de li hember kurdan bûye çek û planên wê pêk tîne.”

Her wiha Hecî destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker ji bo ku berjewendiyên xwe pêk bîne xayînan bi kar tîne

Hewl didin şoreşa azadiyê ya gerîla li çiyayên Kurdistanê bin bixin.”

Adil Hecî bêdengiya navneteweyî li hember bikaranîna çekên kîmyawî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve li dijî gerîla şermezar kir û got:

“Dewleta Tirk çekên herî pêşketî li dijî gerîla bi kar tîne.”

Back to top button