Nîjer: Dibe ku di nava çend roja de em bi ECOWAS re lihev bikin

Li Nîjerê êdî peyamên aramkirina rewşê derdikevin.
Hikumeta veguhêz ya piştî cûnta leşkerî pêk hatî, peyamên lihevkirinê dide.
Serokwezîrê hikumeta demkî ya Nîjerê Zaine got: Dibe ku di nava çend rojan de, em bi ECOWAS’ê re lihev bikin.

Serokwezîr Lamine Zeine, li paytexta Nîjer Nîameyê civîneke çapemeniyê li dar xist.

Lamine Zeine îşaret bi hebûna leşkerên Fransî yên li Nîjerê bi cih bûne kir û got:

Ev leşkerên li welat di “pozîsyona neqanûnî” de ne.

Zeine bi bîr xist ku rêveberiya leşkerî ya li Nîjerê beriya niha peymanên ku destûr dabûn leşkerên Fransî li welêt betal kiribûn.

Serokwezîr diyar kir ku hevdîtinên ji bo vekişîna bilez a leşkerên Fransî dewam dikin û ev tişt anî ziman:

“Tişta me eleqedar dike ew e ku eger pêkan be, bi welatekî mîna Fransa ku em gelek tişt pê re parve dikin, hevkariyê bidomînin.”

Lamine Zeine der barê rewşa Balyozê Fransayê yê li Niameyê Sylvain Itte yê tevî daxuyaniyan ji welat derneketî jî anî ziman ku ew weke tîplomatekî tev negeriyaye.

Zeine dûbare kir ku divê balyoz Itte di zûtirîn dem de ji welêt derkeve.

Têkildarî mudaxeleya leşkerî ya îhtîmal a ku wê Civata Aborî a Welatên Afrîkaya Rojava (ECOWAS) li Nîjerê organîze bike jî Zeine got,

“Me hevdîtinên bi ECOWAS re ranewestandin, pêvajo dewam dike.

Ez bawerim di nava çend rojan de em ê bigihin lihevkirinê.”

Li gel vê jî Zeine anî ziman ku weke ku her kêliyê êrîşek çêbibe amadekariya wan hatiye kirin.

Li Nîjerê hebûna leşkerî ya Fransa

Li Nîjerê nêzî 1500 leşkerên Fransayê hene.

Ev leşker jî li nêzî Balafirgeha Diori Hamanî ya baregeheke leşkerî ya bi navê “Niamey 101” ye.

Darbeya li Nîjerê

Serokomar Mihemed Bazûm li Nîjerê 26’ê Tîrmehê ji aliyê endamên Alaya Parêzvanên Serokomariyê ve hatibû binçavkirin.

Piştî vê di saetên êvarî de leşkeran ragihandibû ku wan desthilatî bi dest xistiye.

General Ebdurrahman Tchiani, Fermandarê Alaya Parêzvanên Serokomariyê bû.

Piştî darbeyê bi 2 rojan bû serokê hikumeta demkî ya bi navê Konseya Niştimanî ya Parastina Welat (CNSP).

CNSP’ê di 7’ê Tebaxê de Lamîne Zeine weke serokwezîr tayîn kiribû.

Di 10’ê Tebaxê de jî kabîneya ji 21 kesan a ji leşker û sivîlan pêk tê eşkere kiribû.

Nîjer di daxwaza derketina hêzên Fransa ji welat de bi israr e

Back to top button