Nîjer di daxwaza derketina hêzên Fransa ji welat de bi israr e

Afrîka ya şahidiya darbe li ser darbeyê dike, bi aloziyan re rûbirû ye.
Li Nîjerê rêveberiya cûnta dixwaze Balyozê Fransa ji welat derkeve.
Bihezaran alîgirên darbeyê bi xwepêşandanên li ber balyozxaneya li paytextê ev yek careke din dubare kirin.
Serokomarê Frans Macron jî dibêje, Malî, Burkîna Faso û Nîjer bi saya me hene.

Fransa berovajî Malî û Burkîna Faso di mijara mayîna li Nîjerê de bi israr e.

Dema meclisa lerşkerî ya Nîjerê dayî Balyozê Fransa Sylvain Itte bo ji welat derbikeve dawî bû.

Lê heta niha ev daxwaza meclisê pêk ne hatiye.

Li hemberî vê yekê, alîgirên cûnta leşkerî li ber balyozxaneya Fransa kom bûn û daxwaza derketina wê kirin.

Tevî Fransa, hin welatên Afrîka û Neteweyên Yekbûyî (NY) rewabûna konseya leşkerî ya Nîjerê nas nakin.

Derbeya ku di 26’ê Tîrmehê li welat pêk hatî, weke pêleke din a darbeya li Afrîka hate şîrovekirin.

Ji 2020’an ve Afrîka şahidiya 8 darbeyan kir.

Fransa ya salên dawî bandora wê li ser koloniyên wê yên berê yên li Rojavayê Afrîkayê kêm bûyî welatê herî zêde bandor bûyî ye.

Piştî darbeyên li Malî û Burkîna Faso hêzên Fransî ji van welatan derket.

Tê îdiakirin ku ji piştî derketina hêzên Fransa li herêmê, şerê li dijî komên tundraw kêm bûye û ev yek bûye sedema mirina gelek kesên li herêmê.

Macron: Burkîna Faso, Malî û Nîjer bi saya Fransayê hene

Burkîna Faso, Malî û Nîjer ku bi salan di bin desthilatdariya kolonyal a Fransayê de bûn, ji bo azadiya xwe bi dest bixin serî hildan.

Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron got,

“Burkîna Faso, Malî û Nîjer bi saya Fransayê hene û em teslîm nabin.”

Macron yê nêzî hezar û 500 leşkeran li herêmê ye careke din teqezî li ser wê yekê kir ku w ê deshilata darbekaran nas nekin.

Macron da zanîn ku ew bi Serokomarê Nîjer Bazum ê ji wezîfeyê hat dûrxistin re di axive û got:

“Ez her roj bi Serok Bazum re diaxivim.”

Back to top button