Ciwanên navçeya Til Temirê ya kantona Hesekê bi meşek hevkariya PDK′ê ya bi dewleta Tirk a dagirker re şermezar kirin.
Bi dehan endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û endamên saziyên sivîl tevlî meşê bûn.
Meş ji pêşiya Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Temirê dest pê kir û li dawiya taxa Şehîd Azad veguherî mîtîngê.
Di meşê de daxuyanî hate dayîn û hate gotin :
“PDK, hevalên me yên têkoşer ên li çiyayên Kurdistanê dorpêç dike da ku dewleta Tirk a faşîst razî bike.”
Her wiha PDK bi MÎT′ê re dixebite û kordînatên cihên gerîlayan dide dagirkeran.
Ciwanan tifaqên îstîxbaratên Îran, Tirkiye û hikumeta Şamê yên bi armanca derxistina fitneyan di navbera pêkhateyên herêmê de jî şermezar kirin û gotin :
“Li hemberî hemû cûreyên xiyanet û dagirkeriyê em yek in.
Em bang li tevahî tevgerên ciwanan ên li her aliyên Kurdistanê dikin ku têkoşînê mezin bikin.”