Ji ber bombebarana dewleta Tirk daristanên Başûrê Kurdistanê tune dibe

Ji ber êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Başûrê Kurdistanê xwezaya herêmê tê tune kirin.
Çalakvanên jîngehê yên Başûrî daxwaz dikin ku pêşiya êrîşan were girtin.

Êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li dijî Başûrê Kurdistan rê li ber karesatek jîngehî vedike.

Li sînorê parêzgeha Silêmaniyê, ji ber êrişan, heta niha bi hezaran donim daristan şewitîne.

Hikûmeta Herêmê jî li dijî xirabkirina jîngeha başûrê Kurdistanê, bêdengiyê hilbijartiye.

Li dijî vê yekê Çalakvanên jîngehê yên li herêmê axivîn û nerazîbûn nîşan dan.

Çalakvanên jîngehê daxwaz dikin ku berpirsên ku xwe xwedî vê xakê dibînin, rê li van bombebaranan bigirin.

Çalakvanên jîngehparêz banga rawestandina êrişan kirin

Ji çalakvanan Bextiyar Elî diyar kir ku ew bi tu awayî qebul nakin dewleta Tirk xwezayê talan bike û got:

Ew kesên ku xwe xwedî vê xakê û nîştîmaniyê dizanin, bêdengin û ti hewladana wan li dijî vê bombebaranê nîne.

Em hemû van bombebaranan red dikin.”

Back to top button