Li Almanyayê banga azadiya Rêber Apo hat kirin

Li dijî li tecrîda li ser Rêber Apo li bajarê Mannheîmê yê Almaniayê çalakiyek hate lidarxistin.
Çalakgeran diyar kirin ku heta em ji Rêberê xwe agahî nestînin wê çalakiyên me dewam bikin.

Kurdistanî û dostên xwe li bajarê Mannheîm ê Almanyayê bi armanca şermezarkirina tecrîda mutleq a li dijî Rêber Apo mîtîngek lidarxistin.

Çalakvana di mîtîngê de diyar kirin ku divê tavilê tecrîda li dijî Rêber Apo were şikandin û gotin:

“Heta ku tecrîda giran kirî a li Îmraliyê bi dawî nebe û Rêber Apo azad nebe wê çalakiyên me bidomin.”

Her wiha çalakvana diyar kirin ku 34 meh in tu agahî ji Rêberê Apo nayê girtin û bang li CPT’yê kirin ku tavlê erkê xwe bi cîh bîne.

Piştî mîtîngê Kurdistaniyan bi dehan kart ji Rêberê Apo re şandin.

Li Amsterdamê li ser paradîgmaya Rêber Apo hate nîqaşkirin

Back to top button