Nûnerên Rêveberiya Xweser bi şaredara Kopenhagnê re civiya

Şandeya Rêveberiya Xweser a li derveyî welat hevdîtinên xwe didomîne. Şande herî dawî, bi Şaredara Kopenhagê Lîna Barfod re civiya.

Roja pêncşemê ango doh, şandeke Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku ji nûnerê Rêveberiya Xweser li Ewropa Dr.Ebdulkerîm Omer û Nûnerê Rêveberiya Xweser li Danîmarkayê Dara Mustefa pêk tê bi,

Şaredara Kopenhagnê Lîna Barfod re, civiya.

Civîn li ofîsa Lîna Barfod ya li avahiya Şaredariya Kopenhagê pêh hat.

Di serdanê de Şaredara Kopenhagê Lîna Barfod bi Rêveberiya Xweser, pêkhateya wê ya rêxistinî, şêwaza rêvebirina wê û sîstema herêm û şaredariyan hate nasandin.

Di civînê de pirsgirêkên xizmetguzarî, jîngehparêzî û ekolojîk ku şaredarî bi wan re rû bi rû ne hatin nirxandin.

Her weha kirîza Sûriyê ku bi salan e dewam dike û riyên çareseriyê jî hatin nîqaşkirin.

Dawiya hevdîtinê, Şaredara Kopenhagê Lîna Barfod destxweşî li nûerên Rêveberiya Xweser ji bo têkbirina terorîstan û hewla wê ya ji bo peydakirina aramiyê û pêşkêşkirina xizmetguzariyan kir.

Lîna soza berdewamkirina peywendî û hevkariyê da.

Back to top button