Li Amedê hejmara kesên hatin girtin derket 28’an

Li dijî girtin û binçavkirinên li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê her ku diçe bertek zêde dibin. Hejmara kesên ku di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de hatin girtin, derket 28’an.

Her ku diçe bertekên li dijî girtin û binçavkirinên li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê zêde dibin.

Di çarçoveya lêprisîneke Serdozgeriya Komarê ya Amedê de li 21 bajaran der barê 216’an kesan de biryara binçavkirinê hatibû dayîn.

Ji van kesan herî kêm 128 kes hatibûn binçavkirin.

Ji kesên binçavkirî 28 kes hatin girtin, 31 kes jî hatin berdan.

Bi kesên şev hatin berdan re hejmara kesên hatin berdan derket 31’an û tê payîn ku îro jî kesên di bin çavan de ne wê sewqî edliyeyê bên kirin.

Li Amedê hejmara kesên hatin girtin gihîşt 24’an

Back to top button