Dagirkeriya Tirkiyê beriya hilbijartinên 14’ê Gulanê gelek rojnamevan, siyasetmedar, hiquqnas û hunermend binçavkiribû.
Di binçavkirinê de kesên ku li qereqolê îfadeyê qebûl nekirin sewqî dadgehê hatin kirin.
Rojnameger Abdurrahman Gok, Bêrîtan Canozer, Mehmetşah Oruç û Mîkaîl Barût ên li midûriyeta polîsan îfadeya xwe nedan û ji Komeleya 78’an jî siyasetmedar Hakîm Kaya, Şahîn Biçimlî û Abdulganî Alkan sewqî dadgehê hatin kirin.
Hat zanîn ku hemû parêzerên endamên Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) li midûriyeta polîsan îfadeyê nadin.
2 Parêzer serbest hatin berdan
Parêzerên Gurbet Ozbey Oner û Jiyan Sametoglu yên girtî ji ber zarokên xwe yên di dema şîrdanê de hatibûn binçavkirin duh sewqî dozgeriyê hatin kirin.
Piştî îfadeyên dozgeriyê Gurbet Ozbey Oner û Jiyan Sametoglu yên ku bi daxwaza biryara kontrola edlî sewqî Dadgeriya Cezaya Sulhê hatin kirin, bi şertê kontrola edlî hatin berdan.