Polîsên dewleta Tirk bi ser malên rojnamevanên Kurd de girt

Polîsên dewleta Tirk bi ser malên rojnamevanên Kurd de girt.
Tê de edîtorê MA’yê Abdulrehman Gok hat binçavkirin.

Serê vê sibehê Polîsên dewleta Tirk bi ser malên rojnamevanên Kurd de girt.

Operasyona qirkirina siyasî ji Amedê destpê kir û li gelek bajaran serdegirtina malan hate kirin.

Edîtorê MA’yê Abdulrehman gok hat binçavkirin

Di serdegirtinan de 150 kes hatine binçavkirin..

Ji nav wan Edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Abdûrrahman Gok e..

Polîsan her wiha dest danîn ser hin pirtûk û materyalên dîjîtal.

Alîkarê Hevserokên Giştî yên HDP’ê Tayîp Temel nerazîbûn nîşanî binçavkirinê da..

Ozdemîr: 150 kes hatin binçavkirin

Alîkarê Serokê Baroya Amedê Mehdî Ozdemîr jî ev yek got:

Bi fermana Serdozgeriya Komarê nêzî 150 kes hatine binçavkirin.

Operasyon hîn jî dewam dike.

Heta niha hincetê eşkere nakin. Hinceteke ku ji me re hatiye gotin nîne.

Back to top button