Hevseroka Meclisa Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê Rîham Hiço, Hevserokê NAV-YÊK’ê Hecî Çelîk û Parlamentera HDP’ê Feleknas Ûca peymana navbera PDK û Bexdayê nirxandin.
Nûnerên Êzidiyan peymana PDK û hikumeta Iraqê ya li ser Şengalê weke “Peymana sûcdar û xayinan” bi nav kir û diyar kirin ku peyman dewama fermana 73’an e.
Bêyî vîna xelkên Şengalê bingeh were girtin, PDK û Bexdayê 9’ê Cotmehê ango, salvegra komplo û dagirkirina Girê Spî û Serê Kaniyê de, Şengal li hev par ve kirin.
Hevseroka Meclisa Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê Rîham Hiço, Hevserokê NAV-YÊK’ê Hecî Çelîk û Parlamentera HDP’ê Feleknas Ûca têkildarî peymana navbera PDK û Bexdayê ji ANF’ê re axivîn.
Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê Rîham Hiço peyman weke “komployek li dijî Êzidiyan” bi nav kir û diyar kir ku peyman di heman demê de dewama fermana 3’ê Tebaxê ye.
Riham Hiço, PDK û hikumeta navendî ya Iraqê weke berpirsyarên sereke yên êrîşên 3’ê Tebaxê, PDK nîşan da.
Riham got:
“Beriya Fermanê, PDK û Hikûmeta Iraqê li Şengalê bûn, dema DAIŞê hat herdu alî jî reviyan û bûn sedema komkujiyan.
Ti mafê van herdu hêzên ku xiyanet kirine nîne ku derbarê Şengalê de gotinek bibêjin.”
Hevserokê NAV-YÊK: Peymana bêyî vîna Êzidiyan wê encamên xwe giran bin
Hevserokê Rêxistiniya Sîwanî ya Êzidiyan NAV-YÊK’ê Hecî Çelîk jî diyar kir ku ev peymana bêyî Êzidiyan hatiye amadekirin, ti aliyekî xwe yê bê qebûlkirin, nîne.
Hecî Çelîk Hewlêr û Bexdayê derbarê peymanê de hişyar kir ku peymana bêyî vîna Êzidiyan, wê encamên xwe giran bin.
Her wiha Çelîk bal kişand li ser dîroka ragihandina peymanê û da zanîn ku di salvegera komploya navneteweyî de komplo li ser Êzîdiyan dan meşandin.
Feleknas Ûca: Ev peyman tê wateya temamkirina fermana 3’ê Tebaxê
Parlamentera HDP’ê Feleknas Ûca jî peyman weke “Peymaneke ku vîna Êzidiyan ji nedîtî ve tê” pênase kir û destnîşan kir ku peymana navborî tê wateya temamkirina fermana 3’ê Tebaxê ya ku nîvco ma.
Feleknas Ûca her wiha bal kişand ser gefên li ser Rojava û da zanîn ku ev peyman parçeyek heman konseptê ye, her wiha hewldanek ji bo girtina vê xetê ye.