Şer û pevçûn li başûrê Idlibê berdewam in

Hêzên hikumeta Şamê careke din dest bi topbarankirina deverên Cebel El-Zawiyê yê başûrê Idlibê kir. 

Çavdêriya Sûrî ya Mafên mirovan ragihand ku duh hêzên hikumetê bajarokên El-Fitêra, Kensefera, El-Bara yên Cebel El-Zawiyê li başûrê Idlibê topbaran kirin.

Çavdêriyê her wiha diyar kir ku li eniyên Mernaz yên gundewarên rojavayê Helebê jî çeteyan û hêzên hikumetê êrîşî hev kirin.

Dewleta Tirk 50 maşîneyên din derbasî Idlibê kirin

Ji bilî şerê ku li Idlibê li dar e, dewleta Tirk bi awayekî rojane çekan derbasî Idlibê dike.

Çavdêriyê da zanîn ku duh dewleta Tirk ji deriyê Kefer Losîn 50 maşîneyên din derbas kirin.

Bi vê yekê, jimara maşîneyên ku ji meha Adarê û heta niha li Idlibê hatine bicihkirin, dibe 7 hezar û 120.

Back to top button