Rûsiya..Di êrişa li dijî Nûneriya Dêra Vedensky de 7 kes birîndar bûn

Li bajarê Serpukhov ê herêma paytexta Rûsya Moskowayê kesekî nenas teqemeniya ku bi destan hatibû çêkirin, teqand.
Di bûyerê de êrişkar mir û herî kêm 7 kes birîndar bûn.

Li gorî agahiyên despêkê rêişkar kesekî temenê xwe 18 salî ye û xwendekarê berê yê Dêrê bû.

Hat ragihandin ku teqîn li nêzî dibistana ku li qada girêdayê keşîşxaneyê ye pêk hatiye.

Hat diyarkirin ku di bûyera ku herî kêm 7 kes birîndar bûne û kesek ji bo nexweşxaneyê hatiye veguhestin.

Êrişkar ji piştî rakirine nexweşxaneyê miriye.

Back to top button