Wezîrên Karên Derve yên YE wê li ser mijara Ûkrayna Rûsya hişyar bikin

Wezîrên Karên Derve yên YE civîna xwe ya dawî ya 2021’an li dar dixin.
Di rojeva wezîran de, ji Ûkrayna bigre, heta Belarûs, Efxanistan û Qibris û Wagner heye.
Nûnerê Bilind ê Têkiliyên Derve û Polîtîkaya Ewlekariyê ya YE Borrell got;
Ewê di civînê de nîşaneyek zelal ji bo Rûsya were dayîn.

Wezîrên Karên Derve yên welatên Yekîtiya Ewropayê beriya Lûtkeya Serokên Yekîtiya Ewropayê ya ku wê di 16’ê Kanûnê de bê lidarxistin, li paytexta Belçîka Brukselê hatin cem hev.

Nûnerê Bilind ê Têkiliyên Derve û Polîtîkaya Ewlekariyê ya Yekîtiya Ewropayê (YE) Josep Borrell, beriya civînê daxuyanî da çapemeniyê û diyar kir ku di civîna dawî ya wezîrên karên derve yên salê de rojevên zêde hebû.

Josep Borrell got,

“Ya yekem û bê guman ya herî girîng, rewşa li ser sînorê bi Ûkraynayê re ye ku Rûsya leşkerên xwe kom dike.

Borrell anî ziman ku eger êrîşek li dijî Ukraynayê hebe, dê îşareteke zelal bişînin ku lêçûna wê ya giran ji bo Rûsyayê heye.

Û teqez kir ku ji bo krîzek wiha bi Rûsya re dernekeve tişta ku ji destê wan tê wê bikin.

Borrell bi bîr xist ku YE yê duh di hevdîtinên lîdera muxalefeta Belarûs Svetlana Tikhanovskaya ya li Brukselê de. 30 milyon Euroyê zêde piştgirî da civaka sivîl a Belarusê.

Borrell diyar kir ku wê di civînê de krîza koçberiyê ya li ser sînorê Belarûs jî bê axaftin û diyar kir ku di derbarê rêveberiya Lûkaşenko de biryareke nû nayê girtin.

Ew ê rewşa Efxanistanê ya piştî kontrola Talîbanê jî were nirxandin.

Alîkarê Serokwezîrê Qatarê û Wezîrê Karên Derve Muhammed Bin Abdurrahman Al Sanî ku tê diyarkirin li Efxanistanê bûye yek ji welatên sereke, wê beşdarî beşek ji civîna wezîran bibe.

Di çarçoveya Efxanistanê de, wê rewşa welatên Asyaya Navîn jî bê gotûbêj bikin.

Di Civîna Wezîrên Karên Derve yên YE de, wê li dijî şîrketa ewlekariya Rûsyayê Wagner û Malî ya ji welatên ku ev şîrket tê de kar dike, biryara ceza were dayîn.

Di nav cezayan de cemidandina mal û milk û qedexekirina rêwîtiya ber bi YE’yê ve heye.

Back to top button