Şaredariya Gel a Dirbêsiyê civîna xwe ya salane li dar xist

Şaredariya Gel a Dirbêsiyê civîna xwe ya salane li dar xist. Di civînê de projeyên girîng ên sala 2022’an û projeyên ku pêk hatine û yên ku temam nebûne hatin eşkere kirin.

Îro Şaredariya Gel a Dirbêsiyê ya girêdayî bajarê Hesekê civîna xwe ya salane li dar xist.

Di civînê de xebatên Şaredariya Gel a Dirbêsiyê û bajarokên wê yên sala 2021’an hatin pêşkêşkirin û rapora salane hat xwendin.
Piştî xwendina raporê beşdaran kêmasî û astengiyên ku li pêşiya şaredariyê nirxandin.

Derbarê mijarê de hevseroka Şaredariya Gel a Dirbêsiyê Raziya Ibrahîm axivî û diyar kir ku li gorî budceya ku Rêveberiya Xweser ji şaredariyê re veqetandiye, lêçûna projeyên ku di sala 2021 de pêk hatine gihaşt 154 hezar dolarên Amerîkî.

Raziye derbarê plansaziyên sala 2022’an wiha got:

“Wê kolanên naverasta bajêr û rêyên xirabûne, werin sererastkirin û li bajêr 3 park werin avakirin.”

Back to top button