NY: Bêtirî 11 hezar zarok di şerê li Yemenê de hatine kuştin

Di raporta NY de ku roja Duşemê hate weşandin, hejmara zarokên qurbaniyên şerê li Yemenê hate bi bîrxistin
Di raporê de hate diyar kirin ku 11 hezar zarokan, di nav wan de zêdetir ji 3 hezar û 700 kuştî hene.
Her wiha hejmara zarokên leşker jî gihîştiye nêzîkî 4 hezaran ku 91 keç di nav wan de hene. 

Rêvebera Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) Kathryn Russell piştî serdana xwe ya vê mehê li Yemenê got:

”Li Yemenê jiyan ji bo zarokan bûye têkoşînek, bi hezaran hatin kuştin û hijmareke mezin jî heta niha rû bi rûyê mirinê ne”

Di raporê de hate bi bîrxistin ku di ecama şerê navbera komên Ensarullah Hûsî û hikûmeta Yemenê de ji 2015 û heta niha:

445 zarok hatin girtin

152 zarok hatine revandin.

Her wiha 47 zarok jî destdirêjî li wan hatiye kirin.

Li aliyekî din jî 672 êriş li dijî cihê perwedehiyê û 228 li ser navendên tendurstiyê pêk hatine.

Di dawiyê raporê de hate gotin ku li Yemenê pêwîstiya 23 Milyon kes di nava wan de 12.9 zarok pêwîstiya wan bi parastin û alîkareke mirovî heye.

Back to top button