HPG: Li Zap û Avaşînê 4 leşkerên Tirk hatin kuştin

HPG’ê ragihand di çalakiyên gerîlayan de li herêmên Zap û Avaşînê 4 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin.
Her wiha HPG’ê diyar kir, Artêşa Tirk a dagirker ku li pêşberî berxwedana gerîla nikare pêşde were, li hemberî çeperên şer ên gerîla her roj bi dehan caran bi çekên kîmyewî bombebaranê û sûcê şer dike.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê êrişên artêşa Tirk ên li er başûrê Kurdistanê û berxwedana gerîlayan de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

HPG’ê di daxuyaniyê de diyar kir, Artêşa Tirk a dagirker li hemberî berxwedan û çalakiyên dîrokî yên gerîla, derbên giran dixwe û wiha got,

“Artêşa Tirk a dagirker ku li hemberî berxwedana gerîla nikare bi pêş ve were û li hemberî çeperên şer ên hêzên me her roj bi dehan caran bi çekên kîmyewî bombebaranê û sûcê şer dike.

Dewleta Tirk a dagirker gelek çekên kîmyewî bi kar tîne, bi rêbazên şerê derexlaqî hewl dide ser têkçûna xwe bigire.

Li hemberî hemû rabazên qirêj ên artêşa Tirk çalakiyên hêzên me bênavber didome.”

HPG’ê derbarê çalakiyên gerîlayan de ev agahî parve kir;

“22’ê Gulanê li herêma Avaşînê hêzên me bi çekên giran li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Werxelê dan.

Di van çalakiyan de dagirkerek hate cezakirin û 2 dagirker jî bi giranî birîndar bûn.

22’ê Gulanê li herêma Zapê artêşa Tirk a dagirker bi çek û teqemeniyên kîmyewî 14 caran çeperên şer ên Şehîd Berxwedan a li Qada Şehîd Şahîn bombebaran kir.

Heman rojê hêzên me li dagirkerên li dora çeperên şer ên Girê Cehennem a Qada Şehîd Şahîn dan. Li vir dagirkerek hate cezakirin.

22’ê Gulanê artêşa Tirk a dagirker çeperên şer ên li Qada Şikefta Birîndaran bi çekên kîmyewî û teqemeniyan 9 caran bombebaran kirin û piştre xwestine bi pêş ve biçin.

Hêzên me li vê derê li dagirkeran xistin û di encamê de, dagirkerek hate cezakirin.

Dîsa 22’ê Gulanê artêşa Tirk a dagirker, 5 caran bi çekên kîmyewî û teqemenî çeperên Şehîd Tolhildan ên Qada Kurojaro bombebaran kir.

Heman rojê dagirkerên li derdora çeperên şer ên Qada Kurojaro ji aliyê hêzên me ve bi çekên giran hatin hedefgirtin û dagirkerek hate cezakirin.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir 22 Gulanê Artêşa Tirk a dagirker herêmên Zap, Metîna û Avaşînê bi dehan caran bi balafirên şer, helîkopterên êrişê û obusan bombebaran kir.

Back to top button