85 rojin li ser şehadeta şoreşgerê Kurd Şukrî Serhed re derbas dibin.
Komîteya Malbatên Şehîdan a Başûrê Kurdistanê vê hefteyê jî li taxa Çarçira daxwaza eşkerekirina kujerên Şehîd Şukrî kirin.
Di 17’ê Îlona 2021’ê de Endamê Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê Yasîn Bulut bi navê din Şukrî Serhed bû hedefa êrişa endamên MÎT’a Tirk.
Îro jî Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê ya Başûrê Kurdistanê tev bi dehan malbatên şehîdan, çalakvan û welatiyên Silêmaniyê carek din, li cihê ku Şukrî Serhed lê hatî şehîdxistin kombûn û daxuyaniyek dan.
Di daxuyaniyê de bêdengî û bê helwestiya desthilata başûr hat şermezarkirin û hat gotin,
“Em ji saziyên ewlekariyê û rêveberiya herêmê daxwaz dikin ku belgeyan ji bo raya giştî eşkere bkin.
Nebin hevbeşê sûcê xiyanetkar û xwefiroşan. Bêdengî û çavgirtin, alîkarî û nokeriya ji bo dijmin e.”