HPG: Li Girê Lêlikanê çeperek û dagirkerên tê de hate rûxandin

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê piştî ku herêma Zapê vê carê li herêma Xakurkê derbeke giran li artêşa Tirk a dagirker dan.
Gerîlayan li qada Lêlikanê li kozikeke leşkerên Tirk xistin. Di çalakiyê de kozik tevî dagirkerên tê de hate rûxandin.

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li başûrê Kurdistanê rojane bi çalakiyên bi bandor derbên giran li artêşa Tirk a dagirker didin.

Piştî herêma Zapê vê carê gerîla li herêma Xakurkê derbeke giran li leşkerên Tirk yên dagirker dan.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê çalakiyên gerîla yên di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de ev agahî parve kir,

“5’ê Kanûnê li qada Girê Lêlkan a Xakurkê, hêzên me ji du baskan ve li dijî kozikeke dagirkeran çalakiyeke koordîneyî kirin. Di encamê de kozik tevî dagirkerên tê de hate rûxandin.

7’ê Kanûnê danê nîvro li qada Cîloyê Biçûk a herêma Zapê, hêzên me li droneyên artêşa Tirk a dagirker xistin. Di encama destwerdana hêzên me de drone neçar man ji herêmê biçin.”

HPG’ê diyar kir 9’ê Kanûnê artêşa Tirk a dagirker qadên Kûnişka, Girê Şehîd Fedakar û Şehîd Şahan, Şehîd Rustem û Saca yên herêma Zapê bi balafirên şer bombebaran kir.

HPG’ê ragihand dewleta Tirk a dagirker ku di Operasyona Şoreşger ya gerîlayan de li Zapê derba giran xwar, bi êrişên hewayî ên li ser Zapê dixwaze têkçûna xwe binixumîne.

HPG’ê da zanîn di van êrişên dewleta Tirk a dagirker de tiştek bi hêzên gerîla nehatiye.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê a HPG’ê diyar kir artêşa Tirk a dagirker piştî êrişa hewayî ya 18’ê Mijdarê, li qada Şehîd Ehmed a Xakurkê operasyona dagirkeriyê dewam dike.

Hat diyar kirin agahiyên li ser vê operasyonê dema gihiştin ber dest, wê bi raya giştî re bên parvekirin.

Back to top button