43 Hêştir ji ber botoxê ji pêşbirkê hatin derxistin

Li Erebîstana Siûdî piranî tiştên ku em li ser vî welatî dizanin, petrol, toz û hêştirin.
Li Siûdî ji ber çanda wan, girîngiyek zêde bi hêştiran tê dayîn.
Ji bo vê salane ‘pêşbirka bedewiya hêştiran’ tê lidarxistin.
Ev pêşbirk jî pir girîngî pê tê dayîn û binav û dengin.
Îsal 43 hêştir ji ber botoxê ji ‘pêşbirka bedewiyê’ hatin derxistin.

Festîvala Hêştiran a Qiral Ebdulezîz a 40 rojan ji despêka Kanûnê ve despê kiriye.

Festîval 100 kîlometre durî paytext Riyadê tê lidarxistin.

Xwediyê deveya ku di pêşbirka bedewiyê de biser bikeve wê 66 milyon dolar qezenc bike.

Di mîhrîcana ku 6 sal in tê lidarxistin de hat diyarkirin ku xwediyên deveyan berê jî botox û destwerdanên bi vî rengî dikirin.

Îsal, rekorek nû hate şikandin, û organîzatoran 147 dermankirinên kozmetîkî dîtin.

Ji van 43 hêştir ji pêşbirkê hatin derxistin.

Xwediyê hêştirên ku derman kar anîne têne cezakirin.

Berpirs ji bo naskirina cureyê karanîna dermanan jî amûrên x-ray bikar tînin.

Back to top button