Nîkaraguayê têkliya xwe bi Taywanê re qut kir û ‘Çîna yeker’nas kir

Nîkaraguayê têkiliyên xwe yên dîplomatîk ji Taywanê qut kir û ”Çîna yekere” nas kir.
Bi vî rengî welatên ku Teywanê nas dikin, daket 14’an.

Wezîrê Karê Derve yê Nîkaraguayê Denîs Moncada di daxuyaniya niviskî de got,

”Komara Gel a Çînê tekane hikûmeta meşrû ye ku temsîla Çînê dike û Teywan parçeyekî jêneger ê xaka Çînê ye.”

Moncada diyar kir hikûmeta Serokomar Danîel Ortega ji niha û pê ve têkiliya xwe ya dîplomatîk ji Teywanê biriye û ”hemû têkiliyên fermî û rengên danûstandinê rawestandiye.”

Wezareta Karê Derve ya Teywanê anî zimên ku ew ji ber vê biryarê , ”xemgîn in.”

Rêveberiya Çînê jî got,

Ev li gorî meyla giştî ‘tercîheke rast e” û Nîkaragua pîroz kir.

DYA ku van demên dawî qet li hev nakin bang li dewletên demokratîk kir ku têkiliyên xwe yên Teywanê re geş bikin.
Wezareta Karê Derve ya Amerîkayê têkilî vê qutbûnê got,
”Gelê Nîkaraguayê ji dostekî ji hevkarê wan ê demokratîk û ji bo rabûna aborî dilsoz bêpar dihêle.”

Back to top button